Tirkiye

Li Şirnexê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Dayik Hamdiye Aslan: "Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Zarokên me biçûk bûn revandin çiyê. Êdî bila dilê dayikan neşewite

Türkan Tosun   | 14.01.2021
Li Şirnexê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin

Şırnak

 Li Şirnexê malbatên bûne mexdûrên terorê li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin.

Malbatên zarokên wan ji hêla terorîstên PKKyî va hatine revandin, yên zarokên wan di êrîşên terorê da hatine kuştin, malbatên şehîd û xaziyan li ser kolana Sertegmenê Şehîd Mehmet Esîn meşiyan û paşê hatin li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê .

Malbatan di destê xwe da alayên Tirkiyeyê hejandin, wêneyên zarokên xwe girtin.

Malbatan dirûşmeyên wek "Bila PKK qehir be, HDP hevkar e", "Şehîd namirin, welêt perçe nabe", "Tirk û Kurd bira ne, yên cudahiyê dixe navberê qeleş e" berz kirin.

Dayik Hamdiye Arslanê li vir daxuyand kurê wî yê 14 salî 5 sal berê revandine çiyê û ew ji bo ku kurê xwe ji HDPyê bixwaze her hefte ji Îdilê tê û ewê vê çalakiyê bidomînin.

Arslanê got ew nabêjin berf û baran tên li vir û wiha axivî: "Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Zarokên me biçûk bûn revandin çiyê. Êdî bila dilê dayikan neşewite. Kî zarokên me revand? Kî zarokan da kuştin? Ji bo em zarokên xwe hildin emê têkoşîna xwe bidomînin."

Dayik Emîne Ustekê jî got kurê wî metîn 5 sal berê bi hinceta ewê herin seyranê hatiye revandin, ew ji bo ku kurê xwe bixwaze her pêncşem tê vir.

Ustekê wiha got: "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Zarokên me çima ji me veqetandin? Êdî bes e, bila zarokên me bidin me."


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın