Abidin Yel
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Li texma Tunela Serpel Mustafa Erdal a rêya Cizîr-Şirnexê li zeviyê genim ê ku genimê wê hatibû dirûn ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.
Şewat bi tesîra bayê di demek kurt da belav bû.
Li ser îxbarê ekîbên agirkujî, tenduristî û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Di şewatê da M.M (73) di nav pêtan da ma û birîndar bû, ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelîoglu ya Cizîrê.
Şewat di encama xebata ekîban da bêyî ku bipeke eraziyên çandiniyê hat vemirandin.
Ekîbên cendirmeyan der barê şewatê da lêkolîn dan destpêkirin.