Ekrem Payan, Ömer Yasin Ergin
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
Merasima Bibîranînê ya Hezretî Nuh ji hêla Walîtiya Şirnexê û Şaredariya Şirnexê va li Parka Milet ya Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin ku pêşandana taybet a bi dronan va jî di vê bernameyê da çêbû.
Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî di bernameyê da axivî û got ew ê bi banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a bi "Tirkiyeya Bêteror" va Sedsala Tirkiyeyê bi hev ra ava bikin.
Ekîcî diyar kir ku ev sala pêncemîn e ku ew Merasîma Bibîranînê ya Hezretî Nûh li dar dixin û wiha axivî: "Merasîma ewil di sala 1973yan da hat lidarxistin. Ji wê demê heta pênc sal berê, me her gav vî çiyayî dinihêrî. Her çiqas me li kêleka xwe xwîn û rondikên çavan didîtin jî, îro şikir em di nav rewşeke aştî û aramiyê da dijîn."
Şaredar Mehmet Yarka jî diyar kir ku Şirnexê car caran şahidiya êş û eleman kiriye, lê vî bajarî qet çok venedaye.
Yarka wiha got: "Şirnex bi saya îradeya xurt a dewleta me û biryardariya miletê me ji nû va rabûye ser piyan. Bi saya îradeya xurt a Serokomarê me Recep Tayyîp Erdoganê ku mîmarê vê veguherînê ye, Şirnex ji siya terorê derketiye û bûye bajarê aştî, ewlehî û pêşketinê. Di hevîrê vî bajarî da teslîmbûn tune, liberxwedan heye."
Erkan Akçayê Wekîlê Serokê Koma MHPyê û Parlamenterê Manîsayê jî got ku wî silavên Devlet Bahçeliyê Serokê Giştî yê MHPyê anîn.
Akçay diyar kir ku ew ji bo beşdariya bernameya Merasima Bibîranîna Hz. Nûh hat û wiha dewam kir, "Bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror va Sedsala Tirkiyeyê, Keştiya Nûh tê avakirin. Di vê keştiyê da wekî welatiyên heman dewletê, cihê me hemûyan heye. Em hemû welatiyên me vedixwînin bo Sedsala Tirkiyeyê. Em ê pirsgirêkên Şirnexê li TBMMyê û platformên partiya me da bînin ziman û ji bo ku Şirnexa bi pêş va diçe, bêtir pêş va biçe, em ê xebatên xwe bidomînin."
Fatma Şahîna Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê jî diyar kir ku xelqê herêmê bi salan êş û elem kişandin, bi edilandina aramiyê va wan çavdêrî kir ku bajar ketiye pêvajoyeke giring a pêşvaçûnê.
Şahînê bal kişand ku herkes di heman keştiyê da ye û wiha dewam kir, "Li Xezeyê bi hezaran însan, dergûş hatin kuştin, qetilkirin. Em yên ew qetil kirin ra dibêjin 'êdî bes e'. Zarokên Cûdiyê yê xwedî li zarokên li Xezeyê derkevin."
Piştî axaftinan, 500 dron li esmanên Şirnexê sîluetê Keştiya Nûh û çendîn fîgur xêz kirin. Welatiyan bi têlefonên mobîl va pêşandan kişandin.
Tumgeneral Zafer Tombulê Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê, Volkan Sazakê Midûrê Ewlekariya Parêzgehê, Ahmet Vezîr Baycarê Qaymeqamê Cizîrê, nûnerên saziyan û welatî beşdarî bernameyê bûn.