Li seranserê welêt hewa sar dibe
Li seranserê Tirkiyeyê germahiya hewayê wê di navbera 2 û 4 pileyan da dakeve û li hin cihên bakur û nav welêt jî wê germahî li gor asayîbûna demsalê kêm be.
Ankara
Li gor agahdariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li bakur, rojhilat û nav welêt heta sibê şeveqê wê hewa ewrayî û pir ewrayî be.
Tê texmînkirin ku wê dor û bera Behra Reş, başûrê rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê, rojhilatê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Sakarya, Bîlecîk, Sêwas û Erdexanê berf û şilopeyê bibare. Li cihên din jî wê hewa kêm ewrayî û sayî be.
Li dorbera Rîze, Artvîn, Hekarî û Şirnexê jî wê zêde berf bibare û bişev û ber destê sibehê jî li aliyê rojhilat û nav welêt wê qeşa, cemed, mij û xumam hebe.
Li seranserê Tirkiyeyê germahiya hewayê wê di navbera 2 û 4 pileyan da dakeve û li hin cihên bakur û nav welêt jî wê germahî li gor asayîbûna demsalê kêm be.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.