Tirkiye

Li seranserê welêt ji 98 şewatan 88 heb hatin kontrolkirin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Pekîr Pakdemirlî: "Ji bo 10 şewatên mayî jî hildin bin kontrolê kar û xebat tên kirin."

Ayşe Böcüoğlu Bodur   | 31.07.2021
Li seranserê welêt ji 98 şewatan 88 heb hatin kontrolkirin

Ankara

 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pekîr Pakdemirlî ji bo agirên ku li seranserê welêt li 98 deran bi daristanan ketibû daxuyanî da û got ku ji wan şewatan 88 heb niha hildane bin kontrolê.

Pakdemirlî ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û got: "Ji 98 şewatên ku di navbera 28-31ê Tîrmehê da bi daristanan ketibûn jê 88 heb me hildan bin kontrolê. Ji bo 10 şewatên ku dewam dikin jî bi hewl û xîret kar û xebat didomin."

Wezîr Pakdemirlî di peyama xwe da tabloyeke ku deverên şewat lê dewam dikin jî weşand û li gor wê agahiyê niha li Edeneyê deverek, li Antalyayê 3 dever, li Mêrsînê 3 dever, li Muglayê 2 dever û li Osmaniyeyê jî devereke daristan lê hene dişewitin û ji bo temirandinê jî xebat bi şev û roj dewam dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın