Tirkiye

Li ser Gola Masiyan a qeşagirtî kêfa semawer û menqalê

Türkan Tosun   | 14.01.2021
Li ser Gola Masiyan a qeşagirtî kêfa semawer û menqalê

Iğdır

 Ciwanên li ser Gola Masiyan a qeşagirtî menqal û semawer vêxistin dîmenên balkêş derxistin holê.

Gola Masiyan di navbera Îdir û Agiriyê da ye bilindahiya wê 2 hezar û 241 mêtro ye.

Ji ber serma û hişkiyê rûyê golê qeşa girt, hin welatî jî hatin li ser golê menqal û semawer vêxistin dema xwe xweş derbas kirin.

Li ser Gola Masiyan a qeşagirtî kêfa semawer û menqalê

Ji ziyaretvanan Vahap Arslanê ku ji Îdirê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew kêfxweş in ku li xwezayê ne

Arslan got ji ber şewba koronayê wan xwestiye ew bêhna xwe bidin û wiha axivî: "Rûyê golê qeşa girt. Em ewil hinekî tirsiyan lê dema em li ser geriyan me dît ku qeşa qalind e. Di heyata xwe da me cara ewil li ser rûyê goleke qeşagirtî menqal vêxist. Em bitirsin jî ev kelecan xweş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın