02 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Gulan 2019
Li Zap, Qendîl, Avaşîn-Basyana herêmên li bakurê Iraqê di operasyonên esmanî da kozikên çekan, sitargeh, baregeh û cebilxaneyên rêxistina terorê ya cudakar hatin îmhekirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, li herêmên Zap, Qendîl, Avaşîn-Basyanê operasyonên esmanî hatin kirin.
Di operasyonên esmanî da kozikên çekan, sitargeh, baregeh û cebilxaneyên PKKya rêxistina terorê ya cudakar hatin îmhekirin.