Tirkiye

Li Sariqamîşê xweşikahiyên biharê

Li Newala Kewan a li Sariqamîşa navçeya Qersê kulîlkên rengîn vekirin û tebîet bi cûcikên koçber şên bû.

Haydar Şahin   | 22.05.2020
Li Sariqamîşê xweşikahiyên biharê

Kars

Li Newala Kewan a li Sariqamîşa navçeya Qersê kulîlkên rengîn vekirin û tebîet bi cûcikên koçber şên bû.

Newala Kewan a 10 kîlomêtre li dûrî navçeyê bi daristana çamê va ji heywanan ra dibe sitargeh. Li Newala Kewan piştî şiliyê laleyên çiyê yên zer û sor vekirin û dîmenên xweşik derxistin holê.

Geliyê bi kulîlk û laleyan xemilî û reng rengî bû eleqeyê ji tebîethez û wênekêşan dibîne.

Li Sariqamîşê xweşikahiyên biharê

Li Newala Kewan a li Sariqamîşa navçeya Qersê kulîlkên rengîn vekirin û tebîet bi cûcikên koçber şên bû. ( Hüseyin Demirci - Anadolu Agency )

Çivîkên biyanî ji bo hêkkirin û kurkrûniştinê tên vê herêmê. Herêmê bi dîmenên bêhempa merivan şaş û metel dihêle.

Sûravêdkên li golên herêmê bi cûcikên xwe ra sobeliyê dikin jî dîmenên balkêş derdixin holê.

Turhan Koçaşê wênekêşê tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li tebîetê kişandina wêneyên tebîet û kûlîlkan merivan rihet dike.

Koçaş destnîşan kir ku Sariqamîş her demsalê dibe xwedî xweşikahiyeke cuda û wiha pê da çû: "Sariqamîş ji bo wênekêşan laboratuvereke bêhempa ye. Berf dihele pîvok derdikevin, paşê berfîn û guldexwîn vedikin li pey van jî laleyên çiyê derdikevin. Bi taybetî vê demsalê laleyên çiyê her alî dixemilînin. Em hem dimînin hem jî wêneyên wan dikişînin û pê kefxweş dibin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın