Tirkiye

Li Sariqamîşê tirpan ji bo xebata zibare hatin tûjkirin

Hüseyin Demirci   | 03.08.2022
Li Sariqamîşê tirpan ji bo xebata zibare hatin tûjkirin

Kars

 Li Sariqamîşê cotkar gihîştin hev û gîhê didirûn.

Li Acisuya herêma Sariqamîşê cotkar li mêrgê civiyan ku bi zibare gîhê bidirûn. Cotkaran seba debara zivistanê ya pez û dewarên xwe xebat da destpêkirin.

Cotkar ji aliyekê va bi traktor û makîneya dirûnê va ji aliyekê va jî li gor berwarbûna zeviyê bi tirpan û tirmixê va gîhê didirûn.

Cotkar li navçeyê di binê germa havînê da alîkariya hev dikin û gîhayê ser zeviyên berwar û berpal didirûn.

Serokê Odeya Ziraetê ya Sariqamîşê Nesîm Gok cotkar li ser zeviyê ziyaret kirin, zebeş kerî kir û ji cotkaran ra got ku bereket be.

Gok ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, piştî zivistaneke reş û dirêj li ser 2 hezar û 200 raqimî dirûna gîhê dest pê kir.

Gok daxuyand, li gor salên berê xêr û bereketa îsal zêde bûye û wiha dewam kir, "Par hişkesalî bû, îsal baran li herêma me zêde barî. Li gor par xêr û bereketa îsal ji sedî 100 zêde bûye. Ji aliyê dewlemendiya florayê va cureyên nebatan zêde bûye. Di heman demê da li herêma me 12 cure nebatên endemîk hene."

Ji cotkaran Arif Gok jî diyar kir ku xêr û bereketa îsal zêde ye û wiha dewam kir, "Par hişkesalî bû û me tu randiman hilneda. Îsal gîha bûye behr. Em gîhayê pal û berpalan bi tirpanê didirûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın