Tirkiye

Li Sarayê bi mîmariya malên Wanê 54 dikan tên çêkirin

Hakan Sarı   | 22.07.2021
Li Sarayê bi mîmariya malên Wanê 54 dikan tên çêkirin

Van

 Li Saraya navçeya Wanê, şûna dikanên berê yên şaredariyê bi mîmariya malên Wanê kargeh tên çêkirin.

Ekîbên şaredariyê, xebata hilweşandina etaba 2yem a 60 kargehan dan destpêkirin ku di lêkolînê da hatibû tesbîtkirin, ji bo erdhejê saxlem nînin.

Di çarçoveya projeya xweşkirina dîmena navçeyê da dê li ser qadeke 5 hezar qeremêtroyî bi mîmariya malên berê yên Wanê 54 dikan bên çêkirin û mezinahiya wan dê di navbera 50 û 65 qeremêtroyî da bin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Yunus Ataman ku teseliya xebatên hilweşandinê kir, di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, bi kutabûna projeyên nûkirina dîmena navçeyê da bajêr dê biguhere û dê bikeve dirûvekî moderntir.

Ataman bal kişand ku ev proje dê bi kêrî pêşketina navçeya Sarayê werin û wiha dewam kir:

"Bi qasî 60 dikan hene ku milkê şaredariyê ne. Ev avahî, hema ser û guhên wan dane ser hev. Lewma jî di analîzên me yên performansa erdhejê da jî derket holê ku ji bo erdhejê saxlem nînin. Me serê salê proje amade kir û xebatên hilweşandina van avahiyan a di 5 etaban da dan destpêkirin. Bi kutabûna vê projeyê va navçeya me dê xweşiktir be. Her wisa hêvîdar im ku ev xebat dê ji bo navçeya me bibin wesîleya xêrê."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın