Tirkiye

Li Şanliurfayê par 45 û îsal jî 32 kes di gol, bendav û qanalan da xeniqîn

Li Şanliurfaya ku germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas dibe sala par di gol, bendav û qanalan da 45 û îsal jî 32 kes xeniqîn.

Nihat Kavşut  | 23.08.2019 - Rojanekırın : 24.08.2019
Li Şanliurfayê par 45 û îsal jî 32 kes di gol, bendav û qanalan da xeniqîn

Şanlıurfa

Li Şanliurfaya ku germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas dibe sala par di gol, bendav û qanalan da 45 û îsal jî 32 kes xeniqîn.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir digel hişyariyên ku bi taybetî havînê tên dayîn û tevdîr tên hildan rê li ber bûyerên kesên ku di avê da dixeniqin nayê girtin.

Li Şanliurfayê Çemê Feratê, Bendava Ataturk û qanalên avdanê ji bona xwe hênik bikin ji hêla welatiyan va tên tercihkirin.

Havîna îsal di nav da zarok, jin û kesên ji Sûriyeyê 32 kes di gol, bendav û qanalên avê da xeniqîn.

Bi taybetî zarok û ciwan ji bona xwe hênik bikin digel talûkeyê dikevin qanalên avê.

Şaredarê Bajarê Mezin yê Şanliurfayê Zeynel Abidîn Beyazgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir germahiya li bajêr car caran zehf zêde dibe.

Beyazgul diyar kir li bajêr nifûsê zarok û ciwanan zêde ye û got ku me 17 hewzên soberiyê ji bona wan vekirine da ku li ciyên din nekevin avê û rê li ber bûyerên kesên di avê da dixeniqin bê girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın