Tirkiye

Li Şanliurfayê geşedana berhemên çandiniyê wê bi dronan va bê zêdekirin

Yasin Dikme  | 01.08.2022 - Rojanekırın : 02.08.2022
Li Şanliurfayê geşedana berhemên çandiniyê wê bi dronan va bê zêdekirin

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê dronên bi hişê çêkirî va hatine amadekirin di çandiniyê da ji bo gubrekirin, avdan û dermankirinê tên bikaranîn, bi vî awayî berên biqalîte tên bidestxistin.

Fakulteya Çandinî û Endezyariyê ya Zanîngeha Heranê ya Teknokent Şanliurfayê di çarçoveya Projeya Çandiniya Dijîtal da 2 sal berê droneyên otonom yên hişên çêkirî tê dane amade kir ku ew ji bo avdan û dermankirina eraziyên çandiniyê da bên bikaranîn.

Ev drone dikarin 15-20 kîlo bar hilgirin, bi saya wan heftane û mehane geşedana eraziyan û berên wan wê bikaribin bên şopandin.

Midûrê Giştî yê Teknokent Şanliurfayê û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Hançer ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 2 hezar û 600 dekar qadên çandiniyê yên Zanîngeha Heranê heye û wiha axivî: "Qasî 2 sal berê me xwest em geşedana nebatên li qadên zanîngeha me bi droneyan va bişopînin. Me kamerayên multîspektral li ser dronan bar kir. Bi van va me rojane, heftane û mehane geşedana li qadên çandiniyê şopand. Me agahiyên wek hewcedariya wê bi gubreyê an derman heye berhev kir. Bi saya bernameyên komputerê yên 3 alî me nexşerê derxist. Hin cihên anormal yên li herêmê me li ser bernameyekê bar kir. Bi saya xebatan me pirsgirêk tesbît kirin. Paşê me dronên otonom ên bi hişê çêkirî çêkirin ku dikarin van pirsgirêkan çareser bikin."

- Xwendekar jî di projeyê da wezîfedar in

Prof. Dr. Hançer got bi saya agahiyên dronan ew zeviyê gubre dikin, derman dikin û pirgirêkek heke hebe di demeke kurt da dikarin çareser bikin.

Hançer diyar kir ku xwendekar jî di projeyê da wezîfedar in û wiha dewam kir: "Em hewl didin ku xêra xebatên me di demeke kin da bigihêje cotkaran. Ji ber ku di rojevê da ye, li Herêma Trakyayê di zeviyên gulberojan da pirsgirêka tirtûlê heye. Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê, li Hekariyê pirsgirêka siyarê bûkê heye. Wexta ku bejna gîha bilind dibe, traktor nikare têkeve zeviyê, ev dron pir bi lez hereket dikin, kîmyasala ku tê bikaranîn pir kêm e. Em dikarin li ser zeviyên mezintir bi awayekî ewle û lez û beztir û erzantir bi van wesayîtên esmanî va midaxale bikin."

Ji Beşa Makîneyê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Herranê Endamê Hîndekariyê Doç. Dr. Mustafa Ozen diyar kir, di salên dawîn da ji ber şewb û şerê cîhanê qîmeta berên çandiniyê zêde bû.

Ozen diyar kir ku Tirkiye welatê çandiniyê ye û wiha dewam kir, "Em li zanîngeha me seba zêdekirina xêr û bereketa çandiniyê xebatan dikin. Projeya me ya bira dronan jî berdewama projeya mamosteyên Fakulteya Ziraetê ye. Di projeyê da mamosteyên me bi rêbaza kişandina dîmenan li ser zeviyên çandiniyê dîmen kişandin û ew dîmen analîz kirin. Bi birên dronan va hem ji aliyê demê va teseruf tê kirin hem ji aliyê dermankirinê va hem jî gubrekirinê va teseruf tê kirin da ku xêr û bereketa berên çandiniyê zêde bibe û berên bi qelîte werin hildan."

Xwendekarê lîsansa bilind a Fakulteya Endezyariya Makîneyan Maksut Înce jî got ku meriv dikare van dronan li herêmên afatê jî bi kar bîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın