Tirkiye

Li Şanliurfayê çawîşê pispor li ser peyarê 120 hezar lire dît û teslîmî xwedî kir

Müslüm Etgü   | 21.06.2022
Li Şanliurfayê çawîşê pispor li ser peyarê 120 hezar lire dît û teslîmî xwedî kir

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê karkerekî wesayîta xwe firot û bi têlefonê xeberda û wê demê perê wesayîtê li ser peyarê ji bîr kir. Çawîşê pispor 120 hezar lireyê karker dît û da xwedî.

Li navçeya Halîliyeyê çawîşê pispor ê ku di Fermandariya Cendirmeya Bajêr da wezîfedar e, ji herêma ku banke lê ne ra derbas bû û kesekî ku li ser peyarê rûniştiye û bi têlefonê diaxive dît.

Çawîşê pispor bala xwe dayê ku ew kes ji ciyê xwe rabû û poşeta xwe ji bîr kir. Çawîşê pispor li poşeta wî nihêrî û dît ku tê da pere hene. Çawîş li pey ket û xwediyê pereyan dît û teslîmî wî kir.

Karker Hîkmet Kaplan diyar kir ku wî erebeya xwe firot û perê xwe ji bankeyê kişand, wê demê têlefon jê ra hat û ew li ser peyarê rûnişt û bi têlefonê axivî.

Kaplan got ku ew paşê rabû û ji wê derê çû û wiha dewam kir, "Tengasiyên min ên malbatî hebûn, dê û bavê min nexweş bûn. Min wesayîta xwe firot, ji bankeyê pereyê xwe kişand. Wê kêliyê têlefona min lêxist û min pere li vê derê hişt. Paşê ez li xwe hay bûm ku min pere winda kiriye. Ez li pereyê xwe digeriyam û cendirmeyê me ez dîtim û pere teslîmî min kir. Xwedê kêmasiya wan nede û ji wan razî be. Ez spasiya hemûyan dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.