Tirkiye

Li Şanliurfayê 87 biyaniyên ku bi rêya qaçax ketine welêt di kaseya kamyonê da hatin girtin

Cuma Sarı   | 24.11.2021
Li Şanliurfayê 87 biyaniyên ku bi rêya qaçax ketine welêt di kaseya kamyonê da hatin girtin

Şanlıurfa

Li Sîwereka navçeya Şanliurfayê 87 kesên ku li gor tesbîtê ji Efxanistan û Pakistanê ne û bi rêya dereqanûnî ketine welêt, di kaseya kamyonê da hatin girtin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeya Sîwerekê agahî bi dest xist ku wê grûbek biyanî bi kamyona sewqî bajarên rojavayê bikin.

Ekîban li ser rêya Sîwerek û Diyarbekirê di kîlomêtroya 20em da baregeha kontrolê danî û di kamyoneke ku da sekinandin da 87 kesên Efxanistanî û Pakistanî girtin.

Ji bo qeyd û bendên wan koçberên bêdestûr teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.

Şofêrê kamyonê jî hat binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.