Tirkiye

Li Şanliurfayê 8 hezar û sîkkeyên dewrên cuda û pirtûka dînî hat dîtin

Mehmet Fatih Aslan   | 26.09.2021
Li Şanliurfayê 8 hezar û sîkkeyên dewrên cuda û pirtûka dînî hat dîtin

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê di operasyona dijî qaçaxciyên eserên dîrokî da 8 hezar sîkkeyên ku li gor nirxandinê aîdê dewra Helenîstîk, Roma û Bîzansê ne û pirtûkeke dînî hat bidestxistin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Sûcên Qaçaxcîtî û Organîze ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr (KOM) di kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê da dijî qaçaxciyê eserên dîrokî xebat hat meşandin û di di çarçoveya xebatan da li navçeya navend a Halîliyeyê ser navnîşanekê operasyon hat kirin.

Li navnîşanê lêgerîn hat kirin û 8 hezar sîkkeyên ku li gor nirxandinê aîdê dewra Helenîstîk, Roma û Bîzansê ne û pirtûka dînî ya ku tê da qala ji aliyê milyaketan va derxistina asîman ya Hezretî Îsa dike, hat bidestxistin.

Y.Y, Î.Y. û D.B. hatin binçavkirin û mehkemeyê bi şertê qedexeya derketina derva û şertên kontrola edlî ew berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.