Tirkiye

Li Şanliurfayê wesayîtek welgeriya şerampolê: 4 birîndar

Türkan Tosun   | 19.10.2020
Li Şanliurfayê wesayîtek welgeriya şerampolê: 4 birîndar

Şanlıurfa

 Li Sîwerega navçeya Şanliurfayê wesayîtek welgeriya şerampolê 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan wesayîta şofêrê wê Vedat Îsteklî (26) û plaqeya wê 63 LH 298 bû li ser rêya Sîwereg - Qerejdaxê di kîlomêtroya 10emîn da welgeriya şerampolê.

Di qezayê da şofêr û ji heman malbatê Sînem (18), Fîdan (23) û Nuriye Îsteklî (51)birîndar bûn.

Xebatkarên Rewşa Acilê ya 112yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.

Hat ragihandin kesên qeza kirin ji bo danûstendina malê ji taxa Qerejdaxê hatine navçeyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın