Li Şanliurfayê ji ber germa ku nava rojê ji 45 pileyî zêdetir dibe, ziyaretvan di hênikahiya şevê da kampusa Gola Masiyan ziyaret dikin.
Kampus bi ronîkirinê va xweş bûye û bi şev bi hewaya xwe ya hênik va mazûvaniya turîstên xwecî û biyanî dike.
Turîstên ku nava rojê di kelekela havînê da nikarin bajêr bigerin, bi şev dertên û berê xwe didin kampusa golê.
Serokê Lijneya Kontrolê ya Yekîtiya Odeyên Rêberên Turîstan a Şanliurfayê Muslum Çoban ji nûçegihanê AAyê ra got ku turîst nava rojê vedilezin û êvarê digerin.
Huseyîn Yilmazê ku ji Manîsayê hat, diyar kir ku ew nava rojê ji hundir dernakevin ku tav li wan nexe, loma jî bi şev derdikevin û digerin.