Tirkiye

Li Sakaryayê di fabrîkaya fişekên hewayî da teqîn

Abdullah Tel, Nihat Kavşut  | 03.07.2020 - Rojanekırın : 04.07.2020
Li Sakaryayê di fabrîkaya fişekên hewayî da teqîn

Sakarya

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk li Hendeka navçeya Sakaryayê çûn herêma fabrîkeya fîşekên hewayî ya ku lê teqiya û agahiyê hildidin.

Wezîr Soylu û Koca bi helîkopterê hatin qada fabrîkeya ku 15 hezar metreqere ser girtî ye û ji jor va li cihê bûyer qewimiye mêze kirin.

Li Sakaryayê di fabrîkaya fişekên hewayî da teqîn

Herdu wezîr paşê hatin qada fabrîkeyê û Wezîr Selçûkê jî xwe da rû wan niha hersê wezîr li ser meseleyê sekinînin û agahiyan hildidin.

Li herêmê car caran teqîn pêk tên ji bo temirandina agir tevlî tîmên agirkujiyê yên ji Sakarya û bajarên nêz hatin va balafir û helîkoptêr jî piştevaniyê didin. Li herêmê ji bo temirandina agir hewl û xebatê didomin.

 Li Sakaryayê di fabrîqeya fişekên hewaî da teqîn çêbû: 4 mirî û 97 birîndar

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca destnîşan kir di teqîna li Hendeka navçeya Sakaryayê da ku di fabrîqeyeke fişekên hewaî da çêbû 4 kes mirin û 97 kes birîndar bûne.

Koca, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê piştî lêkolîn û serdana li ciyê teqînê daxuyanî dan.

Wezîrê Tenduristiyê Koca destnîşan kir li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bona teqîna li Sakaryayê teqîb bikin hatine ciyê bûyerê û wiha got: "Niha 4 welatiyên me mirine. 97 birîndarên me sewqî nexweşxaneyan kirine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.