Tirkiye

Li sînorê Mêrdînê 3 terorîstên ji PKKyê revîn teslîm bûn

Hüseyin Yıldız   | 09.04.2021
Li sînorê Mêrdînê 3 terorîstên ji PKKyê revîn teslîm bûn

Iğdır

Yek ji wan jin 3 terorîstên ji PKKya rêxistina terorê revîn li sînorê Mêrdînê teslîmî cendirmeyan bûn.

Di daxuyaniya Walîtiya Îdirê da hat diyarkirin ku Serokatiya Îstixbaratê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo teslîmbûna endamên PKK/KCKya rêxistina terorê xebatan dimeşînin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo terorîst werin qanîkirin ji rêxistinê veqetin û teslîm bibin xebat dewam dikin û wiha hat gotin:

"Di çarçoveya xebatan da yek ji wan jin 3 terorîstên bi wan û malbatên wan ra xebatên qanîkirinê hatin meşandin li sînorê Mêrdînê teslîm bûn. Der heqê terorîstên teslîm bûn da li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Îdirê karûbar dan destpêkirin. Xebatên ji bo teslîmbûna endamên rêxistina terorê bênavber dewam dikin, van demên dawîn ji ber operasyonên serkeftî rêxistin ketiye asta belavbûnê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın