Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê zêde bibe

Selami Küçükoğlu  | 20.06.2021 - Rojanekırın : 21.06.2021
Li Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê zêde bibe

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde tê payîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê ewrsayî be û li aliyê bakur jî cî bi cî ewrayî be.

Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde bibe.

Bişev germa herî kêm li Erdexanê 10, li Qersê 12, li Erzincan, Erzirom û Agiriyê 19, li Îdirê 21 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 37, li Erzincanê 36, li Agiriyê 35, li Erziromê 33, li Qersê 32 û li Erdexanê jî 30 pile tê payîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın