Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê tesîra xwe nîşan da

Önder Beyter  | 25.02.2020 - Rojanekırın : 25.02.2020
Li Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê tesîra xwe nîşan da

Erzurum

Li Erzirom, Qers û Erdexanê barîna berfê û sermayê bandoreke neyînî li jiyanê kir.

Li Erziromê barîna berfê ku nîvê şevê dest pê kir, destê sibehê bandora xwe zêde kir.

Li bajarê ku spîçîl bû, ajokaran zehmetî kişand. Her wiha ji ber hişkiyê şembelûk bi baniyên hin avahiyan daliqîn, kanî qerimîn.

Herwiha hin welatiyan jî berfa li pêşiya kargehên xwe paqij kirin.

Ji aliyekî din va jî ekîbên şaredariyê yên paqijkirina berfê, berfa li ser rê û peyarêyan paqij dikin û rê xwê dikin.

Dîsa li Erdexan û Qersê jî barîna berfê û tesîra serma û hişkiyê berdewam e.

Li ciyên serdest ên li bajêr ji ber barîna berfê di çûn û hatinê da astengî derdikevin.

Peywirdaran, ajokar nexasim di mijara cemedê da hişyar kirin ku baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.