Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê baran û berf wê bi hev ra bibare

Li Erzirom, Erzincan, Îdir, Qers, Tuncelî û Agiriya li Herêma Rojhilata Anadoluyê baran û berf wê bi hev ra bibare.

Fatih Gazioğlu  | 05.12.2019 - Rojanekırın : 06.12.2019
Li Rojhilatê Anadoluyê baran û berf wê bi hev ra bibare

Erzurum

Li Erzirom, Erzincan, Îdir, Qers, Tuncelî û Agiriya li Herêma Rojhilata Anadoluyê baran û berf wê bi hev ra bibare.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê ewrayî û pirewrayî be û paşê jî berf bibare.

Li Erzincan, Tuncelî û derûdorê Îdirê heta şev baran û ber bi hev ra, li Erzirom, Qers û Agiriyê jî berf wê bibare.

Germahî wê li gor demsalê be, herwiha ba jî ji aliyê bakur va nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Erdexanê 7, li Qersê 6, li Erziromê 3, li Agiriyê 2, li Erzincanê sifir, li Tunceliyê 2 û li Îdirê jî 3 pile hat pîvan.

Herwiha tê texmînkirin nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 5 pile, li Erzincanê 3 pile, li Erziromê 1, li Qersê sifir, di bin sifirê da li Agirî û Erdexanê jî 1 pile be.

Li bajarên herêmê qalindahiya berfê li Erziromê 16, li Agiriyê 14, li Erdexanê 6, li Erzincanê 3 û li Qersê jî 2 santîmêtro hat pîvan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın