Tirkiye

Li Rojhilatê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da bi 9 pileyan va li Qersê hat pîvan

Hilmi Tunahan Karakaya, Günay Nuh   | 27.10.2021
Li Rojhilatê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da bi 9 pileyan va li Qersê hat pîvan

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da bi 9 pileyan va li Qersê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be.

Tê texmînkirin, li herêma ku germahî dê 3 an jî 5 pile di bin asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê li Tunceliyê 5, di bin sifirê da li Qersê 9, li Erdexanê 8, li Erziromê 6, li Agiriyê 4, li Erzingan û Îdirê jî pileyek hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 22, li Erzinganê 17, li Agirî û Îdirê 15, li Erziromê 13, li Qers û Erdexanê jî 10 pile be.

Li Erdexanê bi tesîra sermayê camên wesayîtên parqkirî qiravî girtin.

Li bajêr ji ber sermayê hin wesayît dereng xebitîn û lewma jî hin welatî ji bo ku wesayîta xwe bidin xebatê, zehf mijûl bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın