Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê "qesabên ecemî" xwe birîndar kirin

Önder Beyter   | 31.07.2020
Li Rojhilatê Anadoluyê "qesabên ecemî" xwe birîndar kirin

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê welatiyên gava qurban serjê kirin, xwe birîndar kirin, serî li nexweşxaneyan dan.

Di roja yekemîn a Eyda Qurbanê da piştî ku serjêkirina heywanên qurbanê dest pê kir, li Erzirom, Qers, Agirî û Erzinganê servîsên bilez ên nexweşxaneyan tijî bûn.

Li van parêzgehan gelek kesên gava qurban serjê kirin, xwe birîndar kirin, serî li nexweşxaneyan dan. "Qesabên ecemî" piştî tedawiyê hatin tabûrcîkirin.

Ji aliyekî din va hin kes jî gava xwestin qurbanê serjê bikin, bi derbeya qoçê heywên birîndar bûn. Van kesan jî serî li nexweşxaneyê dan.

Muhlis Vekarê Erziromî di daxuyaniya da rojnameran da diyar kir ku dema wî da pey qurbanê baz da, zenda xwe êşand û lewma serî li nexweşxaneyê da.

Vekar diyar kir ku di tedqîqan da derket holê ku tiliyeke wî şikestiye û lewma destê wî hildan alçiyê û her wiha rewşa wî niha baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.