Tirkiye

Li Rihayê mozaîkên ku di kolana bêdestûr da derketin holê hildan bin parastinê

Elif Irmak  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 03.03.2021
Li Rihayê mozaîkên ku di kolana bêdestûr da derketin holê hildan bin parastinê

Şanlıurfa

Li Wêranşara navçeya Rihayê mozaîkên ji heyama Romayê mane ku di kolana qaçax da derketin holê hildan bin parastinê.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê operasyon bir ser navnîşana gumanbarekî ku li baxçeya mala xwe kolana qaçax dikir.

Ekîbên Midûriya Muzeya Rihayê ya li herêmê lêkolîn kirin û li qada 300 qeremêtroyî da mozaîkên bi reng û neqşên cuda yên tê nirxandin ku ji heyama Romayê mane tesbît kirin.

Mozaîk hildan bin parastinê. Gumanbar piştî kontrola tenduristiyê ji bo ku îfadeya wî bê sitandin birin qereqolê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın