Tirkiye

Li Rihayê du westayan keviran replîkaya kevirê çik ê nîşaneya Girê Mirazan çêkirin

Cuma Sarı   | 19.10.2021
Li Rihayê du westayan keviran replîkaya kevirê çik ê nîşaneya Girê Mirazan çêkirin

Şanlıurfa

Li Sêwereka navçeya Rihayê du westayên keviran milê xwe kirin milê hev û di nav 4 mehan da replîkaya biçûk a kevirê çikê P18an a Girê Mirazan çêkirin.

Mahmut Selanîşê li navçeyê westayê keviran e tevlî Halîl Înalê wek wî westaye demek berê çûbûn serdana Girê Mirazan.

Herdu westayan biryar dan ku ew jî replîkaya kevirê çik ê P18an a ku mehek berê replîkaya wî li qada Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatibû danîn, çêbikin.

Li ser biryarê herduyan dest bi xebatê kir û di fabrîqeyeke li navçeyê da qasî 4 mehan li ser zinarekî 5 tonî bi mûç û çakû xebitîn û berhema xwe çêkirin.

Ji westayan Mahmut Selanîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema çû serdana Girê Mirazan û di bin tesîra berhemên li wê derê bûn da ma.

Selanîş got ku ew him dixwazin balê bikşînin ser herêmê û him jî di qada turîzmê da bi kêr bên û wiha domand: "Me kevirekî çik ê ku dişibe yên li wê derê ne li vir çêkir. Dema me dest bi xebatê kir ew wek zinarek bû û 5 ton bû. Niha bi qasî 600 kîlo ye. Em hê jî li serê dixebitin û di nav 10 rojan da wê temam bibe. Em ê vê berhema xwe bibin ser rêya Girê Mirazan."

- "Em heman nîşaneyan çêdikin"

Ji westayan Halîl Înal jî got ku li herêmê kevirê reş navdar e û ew jî xebata xwe li ser wî dikin û wiha domand: "Bi hezaran sal berê li ser kevirên spî xebat kirine û me jî xebata xwe li ser kevirên reş kir. Em heman nîşaneyan çêdikin."

Înal bal kişand ser karê westayên keviran û bi bîr xist ku ji bo ev kar winda nebe hînî şakirtan dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.