Tirkiye

Li Rihayê di navbera şivanan da şerê li ser çêreyê: birîndarek

Li Siwêregê di navbera şivanan da ji ber nakokiya li ser merayê, şer derket û kesek birîndar bû.

Önder Beyter   | 12.06.2019
Li Rihayê di navbera şivanan da şerê li ser çêreyê: birîndarek

Şanlıurfa

Li Siwêrega navçeya Rihayê di navbera şivanan da ji ber nakokiya li ser çêreya pez, şerê biçek derket û kesek birîndar bû.

Li gorî agahiyê, li Taxa Bardakçiyê li çolê ji ber merayê di navbera şivanan da şer derket.

Di şerê ku bi beşdariya xizmên şivanan va mezin bû û çek jî hat emilandin da Bubo Arikçi (51) birîndar bû.

Arikçi bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat veguhestin û piştî midaxeleya li vê derê, sewqî Rihayê kirin.

Ekîbên cendirmeyê ji bo destgîrkirina kesê ku gule agir kir, xebat dan destpêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın