Li Qesra Îshaq Paşa ya li Agiriyê ji ber betlaneya nîvê salê liv û tevger zêde ye
Ağrı
Li Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ya ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire, ji ber betlaneya nîvê salê liv û tevgera ziyaretvanan zêde ye.
Qesra Îshaq Paşa ya ku li serê girekî li başûrê navçeyê ye, bi avahîsaziya xwe ya bi heybet her demsal mêvanan diezimîne.
Qesra ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire di Dema Laleyan ya Osmaniyan da hatiye çêkirin û tê da mizgeft, ode, birc, tirbe, hewşên hundir û derva, dîwan û salonên haremê hene.
Ji ber betlaneya nîvê salê li vê qesra dîrokî û tirba alimê Îslamê Ehmedê Xanî, Keleha Urartuyan, Muzexaneya Ehmedê Xanî û Mizgefta Bazîdê ya Kevin yên li derûdora qesrê ne, liv û tevger zêde ye
Ji ziyaretvanan Alaattîn Uk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ev vê herêmê hez dikin û wiha axivî: "Erdnigariyeke wisa xweş e ku ez bûm heyrana wê. Bi taybetî dema mirov li qesrê digere, divê mirov wê keliyê bijî. Lewra di her yek odeya ku hûn lê digerin da bêhnek heye, wek ku hûn li vê derê dijîn. Yanê erdnigarî bi tena serê xwe berhemek e. Dema mêvanên me tên em tînin li vir û em kêfxweş dibin. Em bi her yekî ra dema xwe xweş derbas dikin. Em pêşniyazê her kesî dikin, bila werin bigerin, kifş bikin û bijîn."
