Tirkiye

Li Qersê leglegên ku îsal hê koç nekirine di sir û seqemê da li ser erazî di nav berfê da li xwarinê digerin

Hüseyin Demirci  | 05.12.2021 - Rojanekırın : 12.12.2021
Li Qersê leglegên ku îsal hê koç nekirine di sir û seqemê da li ser erazî di nav berfê da li xwarinê digerin

Kars

Li Qersê îsal ji ber ku zivistan dereng hat hin leglegan hê koç nekirine û li herêma ku germa hewayê 13 pile di binê sifirê da ye, li xwarinê digerin.

Li Qersê piraniya leglegên ku wekî mizginiya biharê tên dîtin, bi hatina zivistanê ra koçî cih û warên germ kirin. Hin legleg jî ji ber ku serma dereng çêbû, hê ji bajêr neçûne.

Li navçeya Sariqamîşê avên ku hê neqerimîne, legleg li ser in û her çend li bajêr germa hewayê 13 pile di binê difirê da be jî, legleg ji xwe ra di nava avê da li xwarinê digerin.

Legleg piştî ku zikê xwe têr dikin, li ser berfê jî digerin û dîmenên rengîn derdikeve holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın