Tirkiye

Li Qersê kelecana cirîtê

Cüneyt Çelik  | 21.11.2021 - Rojanekırın : 25.11.2021
Li Qersê kelecana cirîtê

Kars

Li Selîma navçeya Qersê çêkirina Navenda Destînasyona Turîzmê ya Sporên Bav û Kalan ku 23 hezar mêtreqare ye, hat kutakirin û li bavendê bi beşdariya tîmên 4 gundan musabaqayên cirîtê hatin lidarxistin.

Nûnerê Bajêr ê Şaxên Sporên Kevnare û Serokê Kulûba Sporê ya Cirîda Hespan a Gundê Koşapinarê Ahmet Yîgît daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Yekîtiya Ku Xizmetê Dibe Gundên Selîmê bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Serhatê li navendê sehayeke cirîtê ya 7 hezar û 500 mêtreqareyî da çêkirin û wan di sehayan da lîstikên xwe yên ewil leyîst û ew hewl didin ku spora bav û kalan zêdetir bidin lîstin.

Serokê Kulûba Cirîta Hespan a Çiyayê Allahuekberê ya Başkoyê Îlhamî Yildiz jî got ku bi çêkirina sehayê va welatiyan zêdetir eleqe nîşanî spora bav û kalan da.

Serokê Kulûba Sporê ya Cirîta Hespan a Gundê Darbogazê Ferît Yolcu jî diyar kir ku seba spora bav û kalan neyê jibîrkirin, wan kulûbeke nû ava kir, ew dixwazin spora bav û kalan bidomînin û bigihînin nifşên nû.

Serokê Kulûba Spora Hespan a Akçakaleyê Şîmşek Yildirim jî diyar kir ku ji ber şewba Kovîd-19ê wan navber dabû musabaqayên cirîtê, lê ew kêfxweş in cardin dest pê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın