Tirkiye

Li Qersê jin alîkariya hev dikin û ji bo zivistanê rişte çêdikin

Kağızman Ali Çelik  | 17.10.2021 - Rojanekırın : 18.10.2021
Li Qersê jin alîkariya hev dikin û ji bo zivistanê rişte çêdikin

Kars

 Li Qaxizmana navçeya Qersê jinên ku amadekariyên zivistanê dikin, alîkariya hev dikin, rişteyan dibirin, li ser şirîtê radixin û ziha dikin.

Li navçeyê di demeke ku pileyên germê di ser asta demsalê da ye, jin hatin cem hev, zend û bend badan û dest bi çêkirina rişteyan kirin ku xwarineke wan a sereke ya mehên zivistanê ye.

Jin li hewşa malê pêşiyê hevîrê rişteyê vedistirin. Hevîr dema hil tê, jin vê carê hevîr di makîneyê ra derbas dikin, tenik dikin û her wiha paşê jî bi makîneyê dibirin û li ser şirîtê radixin.

Jin paşê jî rişteyên ku li ser şirîtê ziha dibin, kom dikin û li ser agirê negur diqelînin û herî dawî jî ji bo zivistanê pakêt dikin û radikin.

Ji jinên riştebir Yildiz Bingolê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber ku germa hewayê şikest, wan dest bi amadekariyên zivistanê kirin.

Bingolê diyar kir, ew ji bo zivistanê gelek tiştan digirin û amade dikin û wiha dewam kir, "Em sêv, hurmî û hemû fêkiyên ku li Qaxizmanê hêşîn dibin ziha dikin û amadekariyên xwe yên zivistanê didomînin. Niha jî wekî kebaniyên malan em rişte dibirin, mantî û xwarinên din ên zivistanê çêdikin. Herkes bi qasî pêwîstiya xwe çêdike. Em di van amadekariyan da alîkariyê didin hev."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın