Tirkiye

Li Qersê gurê ji ber hewaya sar û barîna berfê birçî ma hat navenda bajêr

Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku yek ji cihên herî bilind ên Tirkiyeyê ye gurên ku ji ber hewaya sar û barîna berfê birçî man hatin navenda bajêr û li xwarinê geriyan.

Elif Irmak  | 21.01.2021 - Rojanekırın : 23.01.2021
Li Qersê gurê ji ber hewaya sar û barîna berfê birçî ma hat navenda bajêr

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku yek ji cihên herî bilind ên Tirkiyeyê ye gurên ku ji ber hewaya sar û barîna berfê birçî man hatin navenda bajêr û li xwarinê geriyan.

Heywanên kovî yên ku li Sariqamîşa raqima wê 2 hezar û 200 e dijîn û lê daristanên Sariçamê hene û gelek heywanên wekî hirç, gur, werşeq, rovî diêwirin ji ber ku li herêmê berf dibare ji bo dîtina xwarinê zehmetiyê dikşînin.

Li navçeya ku hewa sar e ji ber hewaya nebaş gurekî birçî bû heta navenda navçeyê hat.

Gur li Yenî Mahalleya li navçeyê demekê li kolanan geriya, ket baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Sariqamîşê û li xwarinê geriya paşê ber bi Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê va çû û ji herêmê dûr ket.

Bi têlefona destan kêlî bi kêlî hewla gur a li navçeyê ya ji bo dîtina xwarinê hat kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın