Li Qersê bi îdiaya ku dixwestin tankera şîr bidizin 3 bersûc hatin girtin
Kars
Li Selîma navçeya Qersê 3 gumanbarên ku li gor îdiayê tankera şîr didizîn, hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr, ji bo piştgiriya çandiniyê ya gundên Akyar, Oluklu û Tozlucayê li gundê Olukluyê koperatîfa pêşketinê ava kir. Ji cendirmeyan ra hat êxbarkirin ku seba diziyê 3 kes ketin avahiya koperatîfê.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeya Selîmê ketin livî û tevgerê û heta xwe pê ra gîhandin, her sê gumanbaran tankera şîr a koperatîfê ji cihê wê rakiribûn û li traktorê bar dikirin.
Ekîbê gumanbar girtin û li cendirmeyê jêpirsîna wan dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.