Tirkiye

Li Qersê zarokan bi topa berfê leyîst û bi xizekan xwe şiqitand

İsmail Kaplan   | 28.11.2021
Li Qersê zarokan bi topa berfê leyîst û bi xizekan xwe şiqitand

Kars

 Li Sarîqamişa navçeya Qersê piştî ku berf barî zarokan xwe bi xizek, laylon û misînan şiqitand û bi topa berfê leyîst.

Du roj in bi navber berf dibare û berfê navenda navçeyê û daristana sariçamê spî kir.

Li gundê Balikê piştî berf barî zarok derketin derva û bi topên berfê leyîstin û xwe li ser laylon û misînan şiqitandin û bêhna wan derket.

Ji zarokan Saît Karadeniz ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi barîna berfê ra wan dawiya hefteyê bi lîstikê derbas kir.

Karadeniz daxuyand ku bêhna wan bi berfê derket û wiha dewam kir, "Em bi topên berfê dileyîzin, xwe li ser misînan dişiqitînin. Pir xweş dibe."

Cumalî Yildiz jî got ku bi hevalan ra bêhna wan pir derket û ew hilpazî ser giran dibin, li ser misîn û xizekan xwe berdidin jêrê û dişiqitînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın