Tirkiye

Li Qersê rêberên Ûris werzişa cirîdê temaşe kirin

Cüneyt Çelik   | 27.01.2022
Li Qersê rêberên Ûris werzişa cirîdê temaşe kirin

Kars

 Li Selîma navçeya Qersê gundiyan li ser berfê bi hespan va cirîd lîstin, rêberên Ûris jî ew temaşe kirin.

Cirîd bi sed salan e li welêt tê lîstin ku li Selîma navçeya Qersê jî piştî berf barî ji bo gundiyan bû sedema şahiyê.

Rêberên turîstan ên Ûris hatin Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê paşê çûn Kekeça gundê li ser navçeya Selîmê û li wir temaşeya gundiyên ku bi hespan va li ser berfê cirîdê dilîzin kirin.

Rêberan bi kelecan temaşeya gundiyan kirin û çepik lê dan.

Rêber Selvî Bayramovayê ji rojnamevanan ra got ew 15 sal berê hatiye Qersê û wiha axivî: "Me lîstika cirîdê pir eciband, ez pir kêfxweş bûm. Hewa niha ne pir sar e, lê hişkahî heye. Turîst bila zivistanê bên vê derê. Me nanpijandina di tendûrê da temaşe kir, me kartolên bi rûnê nivîşkê hatiye çêkirin xwar."

Serokê Yekîtiya Turîzmê ya Qersê Halît Ozer jî got rêberên turîst Qers gelekî hez kir û wiha axivî: "Ûris eleqeyeke mezin nîşanî Qers û herêmê didin. Em li vir mazûvaniya rêberan dikin û em ê hewl bidin turîstên din ên Ûris jî bên."

Rêberê turîstan Çîgdem Zehra Duger jî got rêberan cirîd bi kelecan temaşe kirine û got ew her kesî vedixwînin vir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın