Tirkiye

Li Qersê di operasyona rêxistina terorê da 3 berşik hatin binçavkirin

Cüneyt Çelik   | 27.11.2021
Li Qersê di operasyona rêxistina terorê da 3 berşik hatin binçavkirin

Kars

 Li Qersê di operasyona dijî rêxistina terorê PKK/KCKyê da serokê HDPyê yê parêzgehê yê berê Ayhan Gezici û 2 kesên di rêveberiya partiyê ya parêzgehê da hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariyar Parêzgehê ji bo tesbîtkirina çalakî û fealiyetên rêxistina terorê PKK/KCKyê xebat da destpêkirin.

Ekîbên polêsan berbangê bi ser navnîşanên ku pêşda hatibûn diyarkirin, girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê da serokê HDPyê yê parêzgehê yê berê Ayhan Gezici û Osman A. û Onur M. yên di rêveberiya partiyê ya parêzgehê da hatin binçavkirin.

Berşik piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın