Tirkiye

Li Qersê bazarên heywanan ji bo qurbanê deriyên xwe vekirin

Cüneyt Çelik   | 18.06.2022
Li Qersê bazarên heywanan ji bo qurbanê deriyên xwe vekirin

Kars

Li Qersê heywandaran berê xwe dan bazara firotina heywanan da ku berî Eyda Qurbanê heywanên xwe bifiroşin.

Li herêma rojhilatê li parêzgehên Erzirom, Agirî, Qers, Erdexan û Erzinganê ku beşeke mezin a pêdiviya heywanên qurbanê ya welêt dabîn dike, heywandaran li bazaran pez û dewarên xwe derxistin firotanê.

Li Qersa ku navendeke sereke ya heywandariyê ye û bajarên mezin di serî da heywanên qurbanê ji vir ji bo gelek bajaran tên sewqkirin, kelecaniya Eyda Qurbanê bi heywandaran girt.

Welatî ji Agirî, Erdexan, Îdir û Erziromê diçin bazarên heywanan ên li Qersê. Her wisa li navçeya Selîmê jî li bazara heywanan a ku duşem û pêncşemê vedibe, welatî û heywandar ji bo firotina qurbanan hevdu gelekî dibin û tînin.

Li qada ku di nava gel da wekî "bazara pêşin a heywanan" tê zanîn, pereyê qurbanên ku tên firotin wekî pêşin ji bo heywandaran tê dayîn.

Heywandar Kemal Sume ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji parêzgeh û navçeyên cuda welatî hatin Bazara Heywanan a Selîmê û wiha dewam kir, "Ji Erzirom, Erdexan, Agirî, Îdirê û her wiha ji Qaqizmana Qersê welatî tên. Ji ber ku li vir komîsyon tuneye bi rehetî danûsitandinê dikin. Niha kiriyar li benda nêzîkbûna eydê ne. Liv û tevgera sereke 10 roj berî eydê dest pê dike."

Sezai Yurdalan ku ji bo kirîna qurbanê hatiye bazarê jî diyar kir ku li liv û tevgera bazarê dest pê kiriye û wiha got, "Ji ber nêzîkbûna Eyda Qurbanê piyase hinekî bi liv û tevger e."

Heywandar Yasin Sulu jî wiha got, "Min canege îro anî bazarê, min bi xwe lê nihêrî, min mezin kir. Niha jî ji bo ku bifiroşim ez li vir im. Ku mişterî bibînim ez ê bifiroşim."


​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın