Li Qersê gola ku ji bo berfa çêkirî hatiye çêkirin, Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê dixemilîne
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê ya Qersê ji bo berfa çêkirî goleke piçûk hatiye çêkirin û gol bi dîmena xwe ya mehên havînê va herêmê dixemilîne
Hüseyin Demirci
27 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2026
photo: Hüseyin Demirci / AA
KARS
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê ya Qersê ji bo berfa çêkirî goleke piçûk hatiye çêkirin û gol bi dîmena xwe ya mehên havînê va herêmê dixemilîne.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê par ji bo berfa çêkirî goleke piçûk hat çêkirin û kesên ku herêmê digerin, ev gola bala wan dikişîne.
Wêne : Hüseyin Demirci/AA
Gol 2 hezar û 634 mêtre ji sewiyeya behrê bilindtir e û di nava Daristanên Çamê da, li ser tepa navenda xweşiqitandinê ye. Gola ku 115 hezar mêtrekup av hildide, havînê balê dikişîne.
Ji ber ku zivistanê tijî berf e, welatî golê nabînin û havînê derdikevin tepê û dora golê digerin.
Ji welatiyan Îbrahîm Ertekîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku gola piçûk navenda xweşiqitandinê dixemilîne û wiha dewam kir, "Em zivistanê hatin vê derê û me gol nedît. Em havînê hatin û me dît. Dîmeneke wê ya pir xweş heye."
Li Qersê gola ku ji bo berfa çêkirî hatiye çêkirin, Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê dixemilîne