Hüseyin Demirci
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
KARS (AA) - Li Sariqamîşa navçeya Qersê, cûcika kundê ya ku ciwan di nav zinaran da rast hatin û nikaribû bifiriya, hildan bin parastinê.
Ciwanên ku li gundê Bozatê di nav zinaran da rastî cûcika kundê ya bêliv hatin, agahî dan Şeftiya Parqên Neteweyî ya Çiyayên Allahûekbera Sariqamîşê ya Midûriyeta Şaxê ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî.
Cûcika kundê ya ku ji hêla ekîban hat wergirtin, ji bo tedawî û rehabîlîtasyonê bo Navenda Xilaskirin û Rehabîlîtasyona Jiyana Beyanî ya Zanîngeha Kafkafê hat veguhestin.
Arta Turutê ji ciwanan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li gund di nav zinaran da ew rastî kundê hatin ku bêliv bû û wiha dewam kir, "Me çivîk di nav zinaran da dît, nikaribû bifiriya. Me jî radestî ekîba parqên neteweyî kir. Înşelah dê di kurtedemekê da qenc be."