Tirkiye

Li Perwariyê fistiqan rûyê hilberîneran geş kir

Li Perwariya navçeya Sêrtê berhevkirina fistiqan dest pê kir.

Önder Beyter   | 16.09.2020
Li Perwariyê fistiqan rûyê hilberîneran geş kir

Siirt

 Li Perwariya navçeya Sêrtê berhevkirina fistiqan dest pê kir.

Li navenda navçeyê û li gundên wê, hilberînerên ku ber bi nîvê meha îlonê fistiqên gihîştî berhev kirin, rûgeş bûn ku ber û berhema îsal zêde ye.

Hilberînerê xelkê gundê Kîlîsê Memduh Koçak diyar kir ku ew pêşbîniya rekolteya herî zêde ya 10 salên derbasbûyî dikin.

Koçak diyar kir ku hefteya çûyî hin hilberîneran ji ber diziya fistiqan zûtir dest bi berhevkirinê kirin û wiha dewam kir:

"Fistiqvaniya ku ji bo hin malbatan deriyê debarê ye, van salên vê dawiyê, bi piştgiriya dewletê va berbelavtir bûye. Fistiqê ku kîloya wê di navbera 50-70 lireyî da tê firotan, ji bo cotkaran gelekî cazib e. Lewma jî hin kesan di baxçeyên xwe da darên kizwanê aşî kirin û veguhestin fistiqê. Fistiqa ku ji bo paşerojê veberhênaneke baş e, bi me jî rind dide qezenckirin."

Muhammed Nurettin Aslan jî bal kişand, ew gelekî kêfxweş in ku berê îsal li gorî çend salên derbasbûyî baş e.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın