Nevzat Umut Uzel
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Parka Çandê ya Ataturk nêzî 3 tonî zibil berhev kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariyê hat dayîn, ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin dawiya hefteyê li parka ku şêniyên bajêr eleqeyê nîşan didin, paqijî kir.
Ekîban zibilê kesên ku hatine geştê û hiştine, berhev kirin. Her wiha ekîban qadên hêşinahiyê, rêyên meşê û qadên hevpar paqij kirin.
Nêzî 3 ton zibilê ku ji parkê hatin berhevkirin, kirin poşetan û bi wesayîtan kişandin.