Li Ozalpê kuçe û kolan bi aveke taybet va tên şûştin
Li Ozalpa navçeya Wanê kuçe û kolan ji ber vîrusa koronayê ya nû bi aveke taybet va tên şûştin
Van
Li Ozalpa navçeya Wanê kuçe û kolan ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-10) bi aveke taybet va tên şûştin.
Xebatkarên Midûriya Karên Paqijiyê ya Şaredariya Ozalpê bi aveke taybet a ku tê da derman, kef û zerav heye va kuçe û kolanên mezin ên ku mirov gelekî jê derbas dibin, dişon û kolanan paqij dikin.
Ji bilî kuçeyan tîm li kargehan jî dezenfeksiyonê dikin.
Serokê Karên Paqijiyê Yildirim Demir daxuyand ew ji ber tevdîren li hemberî vîrusa koronayê paqijiyê dikin û hişyariyê didin welatiyan ku bila ew jî baldar bin.
Demir got xebatên paqijiyê û dezenfeksiyonê bi hev ra tên kirin û wiha dewam kir: "Em ê bi hev ra vê şewbê bidin sekinandin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.