Tirkiye

Li Nemrûda mîrateya dinyayê bêdengiya Kovîd-19ê

Çiyayê Nemrûdê yê ku di lîsteya UNESCOyê da cî digire li benda wê rojê ye ku dê deriyê xwe ji ziyaretvanan ra veke

Elif Irmak   | 21.05.2020
Li Nemrûda mîrateya dinyayê bêdengiya Kovîd-19ê

Adıyaman

 Çiyayê Nemrûdê yê ku yek ji wan deran e ku lê hilatin û qulibîna rojê herî xweşik tê temaşekirin û di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bê ziyaretvan ma.

Çiyayê Nemrûdê ya 2 hezar û 206 mêtro bilind a ku lê tumulusa 50 mêtro bilind, 150 mêtro fireh a Qraliyeta Kommageneyê û peykerên mezin heye îsal ji ber têkoşîna dijî vîrusa koronayê bêdeng e.

Hat diyarkirin ku Çiyayê Nemrûdê dê serê hezîranê ji bo ziyaretê bê vekirin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê bajêr Mustafa Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku par ji 160 hezarî zêdetir ziyaretvanê Çiyayê Nemrûdê ziyaret kir.

Ekîncî diyar kir ku beriya şewba vîrusa koronayê hedefa wan a ziyaretvanan ji bo îsal ew bû ku ji 200 hezarî derbas bibin û got ku "Lêbelê ji ber ku di çarçoveya revdîrên şewba Kovîd-19ê da ziyaretvan nayê qebûlkirin û sê meh dereng dest bi sezonê dikin em ê negihêjin hedefa dihat xwestin."

Ekîncî got dema sezona turîzmê dest pê kir plan dikin ku hemû tevdîrên wekî maske û mesafeya civakî hildin û ziyaretvanên Nemrûdê qebûl bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın