Mustafa Ünal Uysal
17 Hezîran 2024•Rojanekirin: 17 Hezîran 2024
MERSÎN (AA) - Li Yenîşehira navçeya Mêrsînê wesayîtek ket nav bazara heywanên qurbanê, jê yek giran 8 kes birîndar bûn û 20 heywan jî telef bûn.
Wesayîta ku plaqeya wê 33 AIR 310 ya ku nasnameya şofêrê wê hê nehatiye diyarkirin, dema li ser Kolana Nevît Kodalli ya li Taxa Denizê diçû ji rê derket û ket nava bazara heywanan ya li kêleka rê.
Li ser cawdayînê ekîbên polês, agirkuj û tenduristiyê hatin cihê qezayê.
Di qezayê da jê yek giran 8 kes birîndar bûn û 20 heywan jî telef bûn.
Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Şofêrê wesayîtê hat binçavkirin.