Li Mêrdînê "Meşa Wefayê ya ji bo Xezeyê" hat lidarxistin

Li Mêrdînê ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û piştgiriya Fîloya Sumûdê ya Kurewî "Meşa Wefayê ya ji bo Xezeyê" hat lidarxistin.

Bi pêşengiya Platforma Sazûmaniyên Civaka Sivîl a Mêrdînê beşdar li Qada Fuarê ya Artukluyê civiyan û alayên Tirkiye û Filistînê dan destê xwe, tekbîr anîn û dijî Îsraîlê duruşme berz kirin.

Beşdar paşê bi tekbîr û duruşmeyan heta Parka Demokrasî û Şehîdan a 15ê Tîrmehê meşiyan.

Berdevkê serdemê yê Platforma Sazûmaniyên Civaka Sivîl a Mêrdînê Necmettîn Başboga li vê derê axivî û diyar kir, Îsraîl roj bi roj êrîşên dijî Xezeyê zêdetir dike.

Başboga diyar kir, li dijî êrîşên Îsraîlê yên ku tu hiqûq û sînorî nas nake, ji çar aliyên dinyayê merivên xwedîwijdan helwesta dijber nîşan da û wiha dewam kir: "Ji bo piştgiriya gelê Xezeyê û bertekên dijî Îsraîlê derketin qadan û protesto kirin. Ji roja ewil pê va wekî Mêrdîn em jî ligel mezlûmên Xezeyî ne û dijberiya Îsraîla nijadkuj û tevkarên wê dikin."

Di çalakiyê da piştî axaftinan dia hatin kirin, îlahî û ezgî hatin gotin.

Alîkarê Walî Îbrahîm Engîn Şenay, Rektorê Zanîngeha Mardîn Artukluyê Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar, Midûrê Bajêr ê Ciwanî û Sporê Beytullah Bîrlîk, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, welatî û xwendekar beşdarî meşê bûn.