Li Mêrdînê di şewata malekê da dayikek û 3 zarok mirin
Li Mazidagiya navçeya Mêrdînê di malekê da şewat derket, dayikek û 3 zarokên wê mirin.
Mardin
Li gor agahiyan li taxa Kayalarê mala Yunus Turê di şirketekî da wek xebatkarê ewlehiyê dixebite ji ber sedemeke hê nediyar e şewat derket.
Şêniyên taxê caw dan tîmên agirkuj, tenduristiyê û polêsan.
Xanima malê Nîsan Tur û zarokên wê Lorîn (8), Gulê (5) û Mîran (6 mehî) ji ber dûyê şewatê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mazidagiyê.
Li nexweşxaneyê gelek hewl hat dayîn, lê dayik û zarokên wê li wir mirin.
Yunus Turê li kar bû dema hîn bû ku jina wî û zarokên wî mirine, rondik barandin û ji xwe va çû.