Tirkiye

Li Mêrdînê 2 terorîstên PKK/PYDyî hatin girtin

26.03.2020 - Rojanekırın : 26.03.2020
Li Mêrdînê 2 terorîstên PKK/PYDyî hatin girtin

Mardin

 Li Mîdyada navçeya Mêrdînê û li Batmanê operasyon hat kirin û 2 terorîstên endamê PKK/YPGya rêxistina terorê di operasyonê da hatin girtin.

Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Mêrdînê di çarçoveya deşîfrekirina fealiyetên PKK/YPGya rêxistina terorê ya çekdar da navnîşana 2 terorîstên ku xwe veşartibûn, tesbît kirin.

Bi operasyona ku hat kirin va Salah Huseyînê ku kodnavê wî "Şiyar" e û bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, li navçeya Mîdyadê li mala bavê xwe, terorîst Halef Halefê ku kodnavê wî Agît e jî li Batmanê hat girtin.

Di malan da lêgerîn hat kirin û 2 kompîturên ser çokan, 3 têlefonên destan, SIM kart û dokumanên rêxistinê hatin bidestxistin.

Li cendirmeyê karên terorîstan kuta bû û dadgeriyê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" biryara girtina wan da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın