Li Meletiya ku erdhejên navend Kahramanmaraş a di 6ê sibata 2023yan da çêbûn bandor lê kir mifteyên hezar û 130 avahiyên hatin çêkirin hatin teslîmkirin.
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz di Merasima Teslîmkirina Mifteyên Avahiyên TOKIyê ya Etaba 5emîn a Bahçebaşiyê ya li Battalgaziya navçeya Meletiyê da axivî û diyar kir ku îro gelekî kêfxweş, şa û aram in û got ku "Em aram û kêfxweş in ku hemşeriyên me gihaştin malên xwe yên germ, me mifteyên wan teslîmî wan kir."
Yavuz got ku bila avahiyên nû bi xêr bin û got ku pêşeroja Meletiyê ava dikin. Walî Yavuz axaftina xwe wiha domand:
"Em îro hezar û 130 avahî teslîm dikin. Ji hêla din va di etabên 6emîn û 7emîn da 2 hezar û 285 avahî tên çêkirin. Înşellah em ê di demek kurt da mifteyên wan jî teslîm bikin. Pêbawerî û ewlehiya bo dewleta xwe bidomînin, ji ber ku dewlet ji bo we heye."
Ji erdhejzedeyên ku mifteyê mala xwe ya nû hilda Nadîra Turanê jî got ku gelekî kêfxweş e.