Li Meletiyê kamyona ku frena wê xirab bû, li 7 kargehên konteyner qelibî

Li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê kamyona ku frena wê xirab bû, li 7 kargehên konteyner ên li devê rê qelibî.

Kamyona ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 44 KS 076 e dema li ser Kolana Înonuyê diçû, frena wê xirab bû û ji kontrolê derket.

Kamyon li 7 kargehên konteyner ên li devê rê qelibî û wisa sekinî.

Li ser cabdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê bûyerê.

Li gor tesbîta ewil, şofêrê kamyonê yê ku birîndar bû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Polêsan li derûdorê tevdîrên ewlehiyê dîtin û xebat dewam dikin.