Muhammed Batu Ak, Yeter Erdine
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Wesayîta agirkujiyê ya bi plakaya 44 LE 104 ya ku B.S (53) diajot ji bo ku midaxeleyî şewata li mal û êzingdankê derket bike derket rê û li texma Taxa Dîlekê ji kontrolê derket û welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û agitkujiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da ajokar B.S û 2 xebatkarên agirkujiyê yên di wesayîtê da birîndar bûn, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e.